Di fabrîka sekir ya bajarê Meletiyê de 420 hezar ton pincara sekir bê bikaranîn
PeyamaKurd – Fabrîka şekir ya bajarê Meletiyê îsal ji 7 parêzgehan dest bi kirîna pincara şekir kir, wê 420 hezar ton pincar bikire û kiriye armanc ku jê 55 hezar ton şekir bidest bixe.
Rêvebirê fabrîkê Mustafa Kunter ragihandiye ku rojane dikarin 3 hezar û 800 ton pincar bikarbîne, di 4ê Êlûnê de dest bikirîna pincarê kirine û bi veberhênanên nûh re li ser aboriya enerjiyê dixebitin. Kunter ragihandiye:
“Me ji bajarê Mereşê dest bi kirîna pincara şekir kir. Hedefa me ji 420 hezar ton pincarê em 55 hezar ton şekir bidest bixin. Hem plan dikin ku 17 hezar ton melas û 126 hezar ton kuspe bidest bixin.
Em ê xebata xwe di meha 12an de biqedînin. Bajarên Maraş, Meletî, Sêwas-Kangal di pêşiya bajarên din de ne. Çandiniya Meletiyê bi miqdarê 1/8ê kapasîta me ye. Ji bilî van bajaran, em ji Riha û Semsûrê jî pincarê dikirin.”
Rêvebirê fabrîkê Kunter got ku dê veberhênanên nûh bikin û di vê çarçovê de rêvebiriya fabrîkê ya giştî girîngiyê dide veberhênanê. Veberhênana fabrîka kilsê (kireç) heye. Veberhênanên ji dil, ji bo Meletiyê tên kirin. Kunter weha dewam kir:
“Dixwazin kapasîta fabrîkê zêde bikin. Fermana wezareta enerjiyê heye. Di demsala bê de planên me hene. Projên me hene ku fêda wan ji bo der û dorên me bibin û ji bo em maliyetan daxin dixebitin.
Xelk, ji bêhna kuspê aciz dibe. Kuspe ji bo cotyaraye lê dema ew nekirin, em difroşin ciyên din. Eger kes nekire, em dikin paket. Ma sala borî jî kir paket. Eger em qet nefroşin, em ê bidin fabrîkên li Meletiyê û Xarpêtê ku ji gilêşê enerjiyê çêdikin. Yanî wê kuspe di destê me de nemîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin