Hedefa bajarê Mûsê 40 hezar û 500 ton hilberîna sekire

26 October 2022 22:55 0 dîtin
Hedefa bajarê Mûsê 40 hezar û 500 ton hilberîna sekire

PeyamaKurd –Deşta Mûşê ku li bakûrê Kurdistanê li herêma Serhedê ye, bi hezar salaye ku lê çandiniya cûr bi cûr têkirin. Di nav çandiniyê de, di serî de pincara şekir heye. Pincara şekir li Deşta Mûşê heya navça Tetwanê tê çandin. Li Deşta Mûşê, li dora 1200 cityar, di 46 hezar dekarî de çandiniyê dikin.

Koka pincara şekir ji bin erdê derdixin û karker wan li traktor û kamyonan bar dikin û dibin difroşin fabrika şekir. Piştî gelek pêvajoyan şekirê wan ji koka wan derdixin, krîstalîze dikin, dixin torban û şekir difroşin bazara welat û dinyayê.

Sala borî hilberîna şekir, li deşta Mûşê 38.290 ton bû lê îsal dibe berhem zêdetir be û li dora 40.500 tonî be. Rêvebirê fabrîkê encama hilberînê û desteka şekir ji bo aboriya Mûşê weha ragihand:

“Fabrîka me 650 mîlyon (37 mîlyon dolar) TL pere dide cotyaran. Em berhemên weka melas, kuspe û şekir bi temamî li dora 1.5 mîlyar TL (83 mîlyon dolar) destekê didin aboriya bajêr.

Yek ji cotyarên Deşta Mûşê Haluk Dizdaroğlu jî di mijara çandiniya pincara şekir de weha got:

“Min îsal 950 donum pincara şekir çand. Bende me ku 7 hezar ton ji min re jê were. Îsal bereketa wê zêdetire. Bihayê pincarê başe. Em ji desteka fabrîkê razîne.”