Di heza ku li erdê ket de, 30 kes di bin axê de wenda bûn

08 February 2025 16:39 0 dîtin
Di heza ku li erdê ket de, 30 kes di bin axê de wenda bûn

PeyamaKurd – Li welatê Çînê li eyaleta Sichuanê li navça Junlianê li gundê Jinpingê hez li erdê ket û 10 xaniyên gund di bin axê de man. Xebatên rizgarkirina kesên di bin axê de mane dewam dike.

Heya niha 30 kes wendane lê ji bin axê heya niha 2 kesan rizgar kirin. 200 kesên gundî birin devereka bi ewle û gund vala kirin.

Serokwezîrê Çînê Xi Jinping fermanê da rayedaran da ew kesên di bin axê de mane li wan bigerin û wan rizgar bikin.

Li gor ragihandina rêvebiriya wezareta rewşa lezgîn bi ragihand ku bi sedan xebatkaran re dixebitin da xwe bigihînin wendayiyan.