Di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de 7 namzedên Kurd ku 5 jê jin in hevrikiyê dikin
PeyamaKurd – Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) di 6ê Hezîranê de destpê kir. Namzetên Kurd jî di hilbijartinan de hevrikiyê dikin.
27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo diyarkirina endamên nû yên Parlamentoya Ewropayê (PE) ku saziya bingehîn a qanûndanînê ya yekîtiyê ye, di 6-9ê Hezîranê de diçin ser sindoqan.
Di hilbijartinên AKPê yên 720 kursî de 7 namzetên Kurd ku 5 ji wan jin in, têdikoşin.
Li Swêd, Danîmarka û Almanyayê 5 namzedên jin û 2 mêr ên Kurd ên ji partiyên cuda ji bo ku têkevin parlementoyê têdikoşin.
Namzetan di xebatên xwe yên hilbijartinê de zêdetir li ser mijarên jîngehê, guherîna avhewayê û pêkanîna Peymana Parîsê rawestiyan.
Li Swêdê di lîsteya Sosyaldemokratan de Evîn Încîr û Diana Gaffur, li Danîmarkayê Hediye Temîz û Barikan Îsmaîl; Îbrahîm Benlî, Taner Genç û li Almanyayê Ozlem Demîrel namzetên lîsteya Çep in.
Diana Gaffur: Ez ê pirsgirêka Kurd bînim pêşberî PEyê
Namzeta Kurd a Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Diana Gaffur a ji Rojhîlatê jî got, "Eger ez bi ser bikevim, ez ê pirsgirêka Kurd bînim parlamentoyê."
Gaffur got:
“Eger ez ji bo Parlamentoya Ewropayê bêm hilbijartin, ez dixwazim pirsgirêka Kurd li parlamentoyê bixim rojevê û bi Ewropiyan bidim naskirin. Hêvîdar im ku em hewl bidin ku komeleyek Ewropî-Kurdî ava bikin, da ku bi rêya vê komeleyê em bikarin pirsgirêka Kurd bigihînin Parlamentoya Ewropayê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin