Di îmalatxana kozmetîk de sewat derket
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Diyarbekirê li Herêma Sanayiya Organîze (OSB) agir bi îmalatxana fabrikeyekî kozmetîkê ket û şewat her çû zêde bû. Agir li dora siet 3 yê piştî nîvro derket û tîmên îtfaiyê, yên rêvebiriya asayîşê û Tomayên cendirmeyan mudaxele kirin da agir vemirînin lê ew têr nekirin ji Mêrdîn, Batman, Bîngol û Xarpêtê tîmên îtfaiyê çûn Diyarbekir û mudaxeleyê agir kirin.
Hemû hêzên navboriyên jorîn, karibûn agirê depoyê vemirînin û niha sarkirina fabrîka şewitî dewam dike. Di fabrika şewitandî de li dora 550 xebatkar dixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin