Di komkujiya Konyayê de ji 14 gumanbaran 10 ji wan sandin zîndanê
PeyamaKurd – Di kumkujiya navçeya Meram a bi ser bajarê Konyayê de, di mijara kuştina 7 kesan de ku tev ji heman malbatê bûn, ji terefê kujer 14 kes hatibûn binçavkirin. Serdozgerê bajarê Konyayê bi nivîskî encama lêpirsînê ragihand ku berê ji ber bûyera li navçeya Meram a bi ser bajarê Konyayê ya di 30 yê temmûzê de qewimî bû,14 kes hatibûn binçavkirin. Serdozgerî ragihand ku li firarê bûyerê digerin û weha dewam dike:
“Di vê astê de heya niha temamê delîlan nehatine komkirin, analîza HTS ê dewam dike, raporên krîmînal bi temamî nehatine temamkirin û di raporên lêkolîna sîberî de lêkolîna materyalên dîjîtal dewam dike, di roja bûyerê de ciyên ku gumanbar lêbûne, lêkolîna kamera û şahidên bûyerê dewam dike, bi sedema kesê bûyerê kiriye hê jî firare, kesên bi navên A.Ç, V.K, Y.Ç, Z.A, A.K, A.K, İ.K, İ.A, İ.A û R.Ç. bi sedema 'kuştina qesdî ya mirovan’ ji aliyê dadgeriya Silh û Cezayê de hatine girtin, gumanbarên din M.Ç, İ.Ç, M.G. û A.K. bo neçin derveyê welat bo wan qedexe hatiye danîn û bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan.”
Di nava zîndaniyan de hevjîna kujer yê M.A. yê Z.A., bavê wî İ.A.,diya wî İ.A. û xwuşka wî A.K. hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin