Di operasyona DHKP/Cê de 7 gumanbaran sandin zîndanê
PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê di operasyonan de bi sedema endamê rêxistina DHKP/C ne li ser daxwaza dozgeriyê 7 kesan xistin binçav. Di oprasyonan de broşurên rêxistinê û pankart ketine dest.
Piştî îfadên binçavkiriyan hat sitendin, wan birin edliya Îstenbolê û dogerî wan şand dadgeriya sulh cezayê ya nobedar.
Dadgeriya sulh cezayê biryara girtina her heft gumanbaran da û wan şand zîndanê.
Li gor lêpirsîna hat kirin; kesên navborî di rêxistina TAYADê de dixebitin û hêzên asayîşê di heman wextê de li navçên Îstenbolê li Kağıthane, Sancaktepe, Şişli, Kadıköy, Tuzla, Eyüpsultan û Sarıyer'ê davêjin ser 9 navnîşanan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin