Di operasyona ser PKK/KCKê ya Îstenbolê de dadgerî 19 kesan sandin zîndanê
PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê bi sedema bûyerên kuçe û kolanan derxistine, operasyon kirin ser rêxistina PKK/KCKê, 38 kesan xistin binçav û ji 39 kesan 19 kes bi biryara dadgerê dadgehê şandin zîndanê. Biryara jimara kesên bihatina binçavkirin 44 kes bûn.
Operasyon, bi serpreştiya serdozgerê Îstenbolê ji aliyê tîmên TEMê yên asayîşa Îstenbolê de hat kirin û di heman wextê de avêtin ser mal û kargehên 44 kesan. Lê karibûn ji 44 kesan 39 kesan bixin binçav.
Piştî îfadên binçavkiriyan li baregeha asayîşê hatin sitendin, wan birin avahiya edliya Çağlayanê. Dozger piştî îfadên wan sitend 13 kesan serbest berda. 25 gumanbaran şand dadgeriya sulh cezayê.
Dadgerî, biryara zîndanîkirina 19 kesan da û 6 kesan bi şertê kontrola edlî serbest berda.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin