Di operasyona PKK/KCKê de 4 kes haitn zîndanîkirin û 16 kesan berdan

02 November 2024 17:00 0 dîtin
Di operasyona PKK/KCKê de 4 kes haitn zîndanîkirin û 16 kesan berdan

PeyamaKurd – Bi serpereştiya serdozgeriya Îstenbolê, bi sedema ku hinek kes di lêgerîna derxistina bûyerên kuçe û kolanan de ne, di 30yê Cotmehê de 20 kesên ku gumana PKK/KCKê ji wan dikin, binçav kiribûn.

Sitendina îfadên 20 gumanbaran li baregeha asayîşa Îstenbolê ji aliyê beşa TEMê de hat kirin û wan şandin dadgeha nobedar ya Îstenbolê.

Li qesra edaletê ya Îstenbolê, dadgehê 4 kesan bi biryara şandina zîndanê şand hebsê û 16 kesên din bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Navên gumanbarên zîndanîkirî serbestberdayiyan nehat ragihandin.