Di operasyona PKK/KCK ê de ji 8 kesan yek hat zîndanîkirin

18 June 2021 00:04 0 dîtin
Di operasyona PKK/KCK ê de ji 8 kesan yek hat zîndanîkirin

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê operasyona bo ser PKK/KCK ê hat kirin de 8 kes hatibûn binçavkirin. Her 8 kes îro derketin ber dadgehê û ji wan yek kes bi biryara girtinê hat şandin bo zîndanê.

Operasyon di 14 ê mehê de li naçeya Diyarbekirê li Rezan, Peyas û Erxeniyê hatibû kirin di heman wextê de avêtibûn ser 12 navnîşanan. Operayon bi sedema ku endamê PKK ê ne an alîkarî kirine an wan di malên xwe de hewandine hat kirin.

Operasyon ji aliyê alaya cendirmeyan de hat kirin.