Li Mêrdînê operasyona PKK/KCK ê hat kirin: 20 kesan binçavkirin

15 August 2022 23:20 0 dîtin
Li Mêrdînê operasyona PKK/KCK ê hat kirin: 20 kesan binçavkirin

PeyamaKurd – Bi fermandariya serdozgeriya bajarê Mêrdînê, hêzên asayîşa bajêr, beşên TEM, Îstîxbarat û tevgera taybet bi hevparî operasyon kirin. Di encama lêgerîna dokumanên dîjîtal yên xistine dest operasyon fireh bû.

Li navenda bajêr û navçeyan, di heman wextê de avêtin ser gelek ciyan û di encamê de 20 kesan xistin binçav. Bi 20 kesan re weka alav demançeyekî, 2 tivingên bi lûle, hinek fişek û materyalên dîjîtal xistin dest.

Kesên binçavkirî li baregeha asayîşê îfadên wan tên girtin.