Di operasyona ku navenda wê Îstenbolê 39 kesan xistin binçav

25 November 2023 00:05 0 dîtin
Di operasyona ku navenda wê Îstenbolê 39 kesan xistin binçav

PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya ragihand ku navend Îstenbol li 3 bajaran operasyon kirine û 39 endamên rêxistinê kirine bin çav. Operasyon li Îstenbol, Diyarbekir û Boluyê hatiye kirin.

Rêvebirên asayîşê li Diyarbekirê avêtin ser 40 ciyan, li Farqînê û Yenişehirê avêtin ser 2 navnîşanan û li Boluyê avêtine ser ciyekî û bi tevayî 39 kesan girtine.

Wezîr negot bê operasyon ya ser kîjan rêxistinêye û nav neda.