Di madena komurê de teqîn çêbû: 10 mirî û 6 wenda hene

13 January 2024 20:02 0 dîtin
Di madena komurê de teqîn çêbû: 10 mirî û 6 wenda hene

PeyamaKurd – Li Çînê li eyaleta Henanê di madena komirê de teqîn çêbû û di encamê de herî kêm deh kes mirin û niha 6 kes wendane. Dibe jimara miriyan di wexta pêşiya me de zêdetir bibe.

Teqîn, duhî êvarê li eyaleta Henanê li bajarê Pingdingshan Tianan di ocaxa şîrketeka madenê de çêbû. Rêvebirên şîrketê encama teqînê ragihandin. Di wexta teqînê de, di madenê de 345 xebatkar hebûne.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin û wezîfedarên  madenê jî xistin binçav.