Li Rusyayê teqîn çêbû: Mirî hene!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, li Rusyayê di fabrîqeya hilberîna teqemeniyan de teqîn çêbû û di encamê de mirî hene.
Li gorî nûçeya TASSê, li herêma Samarayê ya Rusyayê di fabrîqeya berhemên kîmyewî ku teqemeniyan jî çêdike de di dema hilweşandina boriya petrolê ya li kargeha Promsintezê de teqînek çêbû û di teqînê de 6 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî hat ragihandin, Kargeha Promsintez wekî yek ji çêkerên berhemên kîmyewî û teqemeniyên pîşesaziyê li Rusya û welatên hevbeş tê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin