Di nav du rojan de bêhtirî hezar malbat li Efrînê hatin bicihkirin

29 January 2020 20:50 0 dîtin
Di nav du rojan de bêhtirî hezar malbat li Efrînê hatin bicihkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên girêdayî Tirkiyê yên opozîsyona Sûriyê, di nav du rojên dawî de bêhtirî 1000 malbat ji Idlib û Helebê anîne û li Efrînê bicih kirine.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan li 'Efrînê, hejmara koçberên ji gundewarê Îdilbê û Heleb bo 'Efrînê ji ber şerê Idlibê her diçe zêdetir dibe.

Rêxistna Mafên Mirovan a Efrînê ragihand, di her du rojên borî de, çekdarên dijberiya Sûriyê bêhtir ji 360 malbat li bajarokê Bilbilê bicihkirin e, herwiha  bêhtirî 400 malbat jî li Şeran û nêzîkî 280 malbat jî li Mabatayê bicih kirine.

Rêxistin diyar dike ku mebesta bicihkirina wan malbatan li 'Efrînê guhertina demografîya deverê ye ku Tirkiye û komên çekdar gefê li ser hebûna Kurdan a li wê navçeyê çêdikin.