Hezar û 500 malbatên Filîstînî li Efrînê hatin bicihkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tirkiyê hezar û 500 malbatên filîstînî li Efrînê bicih kirine ku ew malbat ji gundewarên Şamê, Kampa Yermûk û Taxa Hecer El-Eswd hatine anînin.
Çavkaniyên ji Efrînê radigihînin Tirkiyeya ku Efrîn dagir kiriye, hewlên xwe yên guhertina demografyaya bajarê Kurdan Efrînê berdewam dike û piştî anîna malbatên ereb ên komên çekdar niha jî filîstîniyan li Efrînê li ser cih û warên Kurdan bicih dike.
Li gorî çavkaniyên herêmê heta niha hejmara malbatên Filistînî yên li Efrînê bi cih bûne gihîştiye hezar û 500î.
Filîstîniyên ku hatine bicihkirin ne xwedî belgeyên fermî ne, lê ew ji aliyê navendeke nefermî ya Belgekirina Penaberên Filîstînî ku girêdayî Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê ve ye hatine belgekirin û li Efrînê bicih bûne.
Herwiha li gorî zanyariyan niha Tirkiye ji bo wan kesan nasnameyan derdixe daku li herêmê mayînde bibin.
Li aliyê din jî revandina kurdên niştecihên Efrînê ji aliyê komên çekdar ve berdewam dike ku rojane ew agahî tên belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin