Di nav HSD û komên çekdar de pevguhertina meyt û dîlan

02 September 2024 15:35 0 dîtin
Di nav HSD û komên çekdar de pevguhertina meyt û dîlan

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirk de pevguhertina meyt û girtiyan pêk hatiye.

Di derbarê mijarê de daxuyaniyanî, ji aliyê HSDê ve hate dayîn. Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir ku di berdêla meytê endamekî xwe ku di destê komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirk de bûye, wan jî endamekî wan serbest berdaye.

HSDê da zanîn ku roja şemiyê li bajarê Minbicê, di encama hewlên pevguhertinê de, wan meytê endamekî Encûmena Leşkerî ya Minbicê wergirtiye û di berdêlê de jî endamekî komên çekdar radestî wan kiriye.

Hate hînbûn ku pevguhertin, bi rêya hinek navbeynkarên xwecihî hatiye encemdan.

Di daxuyaniya HSDê de hate diyarkirin ku navê çekdarê komên çekdar ê ku hatiye serbest berdan Mihemed Nûr Deibûl e ku di 2020î de li gundewarên rojavayê Girê Spî dîl ketibû destê hêzên HSDê.

Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ne, di derbarê mijarê de ti daxuyanî nedan.