Samê bi çekdaran re pevguhertina dîlan kir: Jineke sîxur hat berdan

12 July 2020 21:19 0 dîtin
Samê bi çekdaran re pevguhertina dîlan kir: Jineke sîxur hat berdan

PeyamaKurd – Îro 12ê Tîrmehê li dorûbera bajarê Ezazê yê bakurê Helebê hêzên rejîma Sûriyê û çekdaran dîlên şer bi hev guhertin. Di çarçoveya pevguhertina dîlan de jineke sîxura rejîma Sûriyê hat berdan.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro hêzên hikûmeta Şamê çekdarekî komeke çekdar beramberî jineke sîxur a hikûmeta şamê û Huzbullahê guhertin.

Hat ragihandin ku pevguherîna dîlan li dorhêla bajarê Ezazê pêk hatiye.

22yê meha Hezîranê jî SOHRê ragihandibû ku hêzên hikûmetê bi çekdarên Huras El-Dîn re, dîlên xwe pev guherdine.