Di navbera Bexda û Enqereyê de peymana nû ya vîzeyê
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku wezaretên derve yên Tirkiyê û Iraqê, li ser rêziknameya nû ya di derbarê vîzeya Tirkiyeyê de peymaneke nû îmze kirine.
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku Tirkiye û Iraqê, li ser rêziknameya nû ya di derbarê vîzeya Tirkiyeyê de gihîştine encamekê.
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku li gorî peymana rêziknameya nû ya di navbera Wezareta Derve ya Tirkiye û Wezareta Derve ya Iraqê de hatiye îmzekirin, ji welatiyên Iraqê yên ku temenê wan ji 15 salî biçûktir e û ji 50 salî mezintir e ku bixwazin biçin Tirkiyeyê, wê vîze neyê xwestin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Berpirsê Karûbarên Piralî yê Iraqê Umer Berzencî, her wiha diyar kir ku xerca vîzeya welatiyên Iraqî yên ku dixwazin biçin Tirkiyeyê, li gorî dirêjiya dema mayînê, di navbera 130 û 200 dolarî de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin