Di navbera Kurdistan û Îranê de peyman hate îmzekirin!
PeyamaKurd- Ji bo ku di navbera Kurdistan û Îranê de hevkariya aborî pêşdetir here, komîsyoneke hevpar hate sazkirin.
Li paytextê Kurdistanê li Hewlêrê ji bo ku pêwendiyê aborî yên di navbera Kurdistan û Îranê de zêdetir bibin, konferansek hate lidarxistin. Piştî konferansê di huzûra Wezîrê Pîşesazî û Maden û Bazirganiyê yê Îranê Muhammed Şeriatmedari û Wezîrê Plankirin û Pêşveçûnê yê Kurdistanê Alî Sindî de, ji bo komîsyona hevbeş îmze hatin avêtin.
Elî Sindî ji bo vê hevkariyê got ku jixwe pêwendiyên me bi dewleta Îranê re baş in, ji vir pêde em ê derbasî pêngaveke nû bibin.
Wezîrê Îranê Muhammed Şeriatmedari jî got ku ev gav ji bo karên me yên aborî wê pir baş bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin