Di navbera Mûs û Çewlikê de 300 kes asê man
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji ber berfê û bahozê, rêya Mûş-Çewlîkê hatiye girtin û 300 welatî 5 demjimêran asê man û ji aliyê tîmên hawarçûnê ve hatine rizgarkirin.
Li kîlometreya 45an a rêya Mûş-Çewlîgê ji ber berf û bahozê 50 wesayît sekinîn û nêzîkî 300 kesî asê man. Li ser agahdarkirinê, tîmên Birêvebiriya Rêyan a 113an a Mûşê çûn cihê bûyerê û bi makîneyan rê vekirin.
Tîmên hawarçûnê xwarin dan kesên di wesayîtan de asî mabûn û ew piştî 5 saetan rizgar kirin. Herwiha li Erziromê jî ji nîvê şevê heta sibehê berf bariyaye û hejmarek rêyên gundan hatine girtin.
Hêjayî gotinê ye, bandora berfê li Bakurê Kurdistanê berdewam dike û tê çaverêkirin heta çend rojên din jî berfbarîn bidome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin