Di navbera Tirkiye û Yûnansitanê de krîza binçavkirina dîplomatekî
PeyamaKurd – Xebarkarekî di konsulxaneya Tirkiyê ya Yûnansitanê de dixebite, ji aliyê Yûnanistanê de hat binçavkirin. Xebatkar weka bi peyman di konsulxaneyê de dixebite û bi eslê xwe Yûnaniye û hem hemwelatiyê Yûnanistanê ye.
Wezareta karên derve ya Tirkiyê mijarê şermezar kir û got ku mafên wî xebatkarî hatine binpêkirin. Xebatkar di konsulxaneya Tirkiyê ya Girava Rodosê de dixebite.
Xebatkar bi sedema ku casûsiyê dike hatiye binçavkriin û pê re hemwelatiyekî din jî hatiye binçavkirin. Yek ji kesên binçavkirî fotoyên keştiyên Yûnanê yên leşkerî kişandiye.
Li gor ragihandina çapemeniya Yûnansitanê her dû kesên binçavkirî misilmanin û bi mehaye tên şopandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin