Di noqava tekneyekî de herî kêm 50 kes mirin

14 June 2023 00:48 0 dîtin
Di noqava tekneyekî de herî kêm 50 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li ser çemê Nîjerê tekneya ku ji Nîjerê diçû eyaleta Kwarê noqav bû, herî kêm 50 kes mirin û gelek kes wendane. Di teknê de dawetiyên ku ji dawetekî dadigeriyan hebûne û nayê zanîn bê di teknê de çend kes hebûne.

Li gor çapemeniya cîh; kesên mirine ji gundê Egnbotiyê ji dawetekî dadigeriyan. Li gor şahidên bûyerê texmînen di teknê de li dora sed kesî hebûne û bûyer bi wextê Nîjeryayê seet 03.00an de çêbûye.

Ji bo dîtina kesên ku wendane tîmên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên xwe dewam dikin.