Di otomobîla li navça Çêrmûgê wergeriya de, kesekî mir û 3 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Di otomobîla li navça Çêrmûgê li gundê an taxa Tepe, li devera sanayiya nûh wergeriya de, kesekî mir û 3 kes birîndar bûn. Kontrola otomobîlê ji destê ajotvan derket, di helan de çû jêr û wergeriya.
Ajotvan D.A. (19) jiyana xwe ji dest da. Di qezayê de kesên bi navên M.K. (18), E.K. (16) û Y.K. (17) jî birîndar bûn.
Dema tîmên tenduristiyê gihan ciyê bûyerê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Çêrmûgê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin