Di pêsbirka Lîga UEFA Ewropayê de polîsekî canê xwe ji dest da
Di pêşbirka Lîga UEFA Ewropayê de Athletic Bilbao-Spartak Moskova hatin pêşberî hev. Di pevçûna alîgirên herdu tîman de polîsê ku mudaxeleyî bûyeran kir jiyana xwe winda kir.
Di pêşbirka Lîga UEFA Ewropayê de Athletic Bilbao-Spartak Moskova duh bişev li bajarê herêma Bask ya Spanyayê Bilbao hatin pêşberî hev. Alîgirên herdu tîman li kolanan pevçûn, polîsê ku mudaxeleyî bûyeran kir dilqutk derbas kir û jiyana xwe winda kir.Hat ragihandin ji 500î zêdetir polîs ji bo pêşbirkê pêywirdar bûn û mudaxeleyî pevçûnên di navbera herdu alîgiran de kirin ku bi kêr, dar û fîşekên hewayî êrîşî hev dikirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin