FIFA û UEFAyê biryara cezakirina tîma nistimanî ya futbolê ya Rûsyayê û tîmên lîga wê dan
PeyamaKurd – Yekîtiya Futbolê ya Navdewletî (FIFA) û Yekîtiya Futbolê ya Ewropayê (UEFA) biryara cezakirina tîma niştimanî ya futbolê ya Rûsyayê û tîmên lîga wê dan.
Li gor FIFA û UEFAyê diyar kirin, Tîma Futbola Rûsyayê û tîmên futbolê yên Rûsyayê ji hemû pêşbaziyan tên derxistin. Wan her du saziyên navdewletî yên werzişê eşkere kirin ku ew rê nadin tu tîmeke Rûsyayê beşdarî tu pêşbaziyê navdewletî de bikin.
Li gor vê biryarê, Tîma Niştimanî ya Futbolê ya Rûsyayê, êdî lîstika dawiyê ya ji bo gihîştin bi Kûpaya Cîhanî ya Qeterê ji dest dide û nikare tevli Kûpaya Cîhanî bibe.
Biryar wiha bû Tîma Niştimanî ya Futbolê ya Rûsyayê piştî 3 heftiyên din li gel Tîma Niştimanî ya Futbolê ya Polandê bilîze û serkeftiya wê lîstikê dê ligel serkeftiya lîstika Çekya û Swêdê bilîstiba, da ku tîma serkeftî ya bo Kûpaya Cîhanî ya Futbolê ya 2022 diyar bibûya.
Herwiha hemû tîmên futbolê yên Rûsyayê ji pêşbaziyên xûlên Ewropayê tên derxistin.
Herwiha UEFAyê biryar da, tîma Spartak Moskow ya Rûsyayê jî ceza bike û nehêle beşdarî Lîga Ewropa ya ku duyem kûpaya mezin a Ewropayê ya li ser asta tîman e bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin