Parlamentoya Ewropayê projebiryara cezakirina Îranê pesend kir

06 October 2022 19:24 0 dîtin
Parlamentoya Ewropayê projebiryara cezakirina Îranê pesend kir

PeyamaKurd - Parlamentoya Ewropayê îro 6ê Cotmehê roja Pêncşemê, derbarê êrîşên hêzên rejîma Îranê yên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî bi ser xwepêşanderan de, biryara cezakirina hêzên ewlehiya Îranê pesend kir.

Parlamentoya Ewropayê, projebiryara cezakirina Îranê de, daxwaz kir ambargo li ser wan saziyên Îranê bê danîn ku destê wan di serkutkirin, kuştin û birîndarkirina xwepêşanderan de heye.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borell jî li Prag a paytexta çekyayê peyamek li ser hesabê xwe yê twitterê li ser mijarê belav kir û ji hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê xwest rêzê li “mafê îtîrazê, xwepêşandanê û azadiya zanyariyan” bigire.

Borell herwiha got ku wî bi Wezîrê Derve yê Îranê re gotûbêj kiriye û jê re gotiye, Yekîtiya Ewropa li hember Îranê hemû bijardeyan dinirxîne.

Hêjayî gotinê ye, protestoyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 20 roj in berdewam dikin û li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan heta niha bi dehan kesên sivîl di encama êrîş û gulebarana hêzên Îranê de hatine kuştin û birîndarkirin.