Parlamentoya Ewropayê rapora xistina lîsteya terorê ya Pasdarên Îranê pesend kir
PeyamaKurd – Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo rapora derheqê xistina lîsteya terorê ya Supaya Pasdarên Îranê de, îro 18ê Çile civiya û di dengdanê de rapor hat pesendkirin.
Bi pesendkirina raporê re, parlamenterên ewropî daxwaz ji Komîsyona Ewropa û welatên endam dikin ku Pasdarên Îranê, Besîc, Supaya Quds û hemû hêzên girêdayî Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê di lîsteya terorê ya YEyê de cih bigirin.
Endamê Parlamentoya Ewropayê û Cîgirê Serokê Koma Muhafezekar û Reformîstên Ewropî Charlie Weimers got: “Parlamentoya YE îro deng da ku daxwaz ji YE û welatên endamên wê dike ku Supaya Pasdaran bixin nav lîsteya terorê ya YEyê.”
Charlie Weimers da zanîn: “Guherîna koma min (ecrgroup) bi piraniyeke mezin hat pejirandin. Sibe, ez hêvî dikim ku endam dê gaveke din bavêjin û banga rawestandina rêkeftina atomî JCPOA bikin.”
Weimers encama dengdanê jî belav kir ku rapor bi dengên 598 endamên parlamentoya Ewropayê hatiye pesendkirin, 9 endam li dijî raportê deng dane û 31 endaman jî dengê bêlayanî dane.
Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Vehîdî piştî pesendkirina raporê îro Çarşemê di civîna kabîneya hikûmeta Îranê de got: “Ti nîgeraniyek ji ber wê projeyê nîne û Supaya Pasdaran dê bi awayekî bihêz rêya xwe bidomîne. Ji ber ku hin kesên rojavayî dixwazin li derveyî rêbaz û hiqûqa navneteweyî tiştekî bikin û hêzeke fermî wek terorîzmê bidin naskirin, ev yek nîşana lawaziya fikrî, exlaqî û siyasî ya wan e.”
Wezîrê Navxwe yê Îranê îdia kir ku Supaya Pasdaran herî zêde li dijî terorê şer kiriye, lê ji aliyê hin aliyên ku piştevaniya terorê dikin ve gef lê tê xwarin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin