Parlamentoya Ewropayê xistina nav lîsteya terorê ya ‘Gurebozên Tirk’ gotûbêj dike
PeyamaKurd – Li Parlamentoya Ewropayê (PA) cara yekem xistina lîsteya terorê ya komelên Gurebozên Tirk (Bozkurt) hat gotûbêjkirin.
Li gorî nûçeya DW ya Almanî raportorê Tirkiyê yê Îspanî di Parlamena Ewropayê de Nacho Sanchez Amor, di rapora derbarê Tirkiyê de xala ku Gurebozên Tirk bixin nav lîsteya terorê li seranserê Yekîtiya Ewropayê bicih kir.
Di raporê de Gurebozên Tirk wekî ‘nijadperest û rastgirên tundrew’ têne pênasekirin û tê gotin ku li nav Yekîtiya Ewropayê bi awayekî metirsîdar bipêşve çûne.
Herwiha hatiye diyarkirin ku Gurebozên Tirk ji bo Kurd, Ermen û Yûnan û her kesên muxalîf gef in û divê birêxistinbûna wan a li nav Yekîtiya Ewropayê bê qedexekirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, cara yekem Hikûmeta Fransayê bi biryarnameyekê 4ê Mijdara 2020an bi hinceta çalakiyên wan ên li Fransayê Gurebozên Tirk qedexe kiribû û piştre li Almanyayê jî qedexekirina wan hatibû rojevê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin