Parlamentoya Ewropayê rapora xistina lîsta terorê ya Sûpaya Pasdarên Îranê qebûl kir

08 February 2024 21:40 0 dîtin
Parlamentoya Ewropayê rapora xistina lîsta terorê ya Sûpaya Pasdarên Îranê qebûl kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Parlamentoya Ewropayê di civîna îro 8ê Sibatê de rapora xistina lîsteya terorê ya Sûpaya Pasdarên Îranê hatibû pêşniyarkirin, qebûl kir û biryarên derbarê binpêkirina mafên mirovan li Îran, Belarûs û Nîjeryayê de jî pesend kirin.

Herwiha parlamentoyê ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê xwest ku Supaya Pasdaran a Îranê bikeve nav lîsteya terorê. Di civînê de piştevaniya bo “Tevgera Jin, Jiyan, Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat dubare kirin û îdamkirina Mihemed Ghobadloyê jî hate şermezarkirin.

Mihemed Ghobadloyê 23 salî bi hinceta ku beşdarî xwepêşandanên protestokirina kuştina Jîna Eminî bûbû hatibû îdamkirin.

Parlamentoya Ewropayê bang li Îranê kir ku hemû cezayên îdamê rawestîne û hemû kesên ku cezayê îdamê li wan hatiye birîn û hemû girtiyên siyasî bê şert û merc û yekser serbest berde.

Di rapora hatiye pêşkeşkirin de, Yekîtiya Ewropayê piştgirî da kampanyaya "hilweşandina cezayê îdamê" ya ku ji aliyê xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergis Mihemedî ve hatiye destpêkirin.