Parlamentoya Ewropayê rapora ku raportora Tirkiyê Katî Pîrî hazir kiribû nîqas kir

13 March 2019 20:48 0 dîtin
Parlamentoya Ewropayê rapora ku raportora Tirkiyê Katî Pîrî hazir kiribû nîqas kir

PeyamaKurd - Şeva borî di rûniştina giştî ya Yekîtiya Ewropa yê de pêşnûmeya ku pêşniyar dike dawî li muzakereyên di navbeyna Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa yê were, hat nîqaşkirin.

Parlamentoya Ewropayê rapora ku raportora Tirkiyê Katî Pîrî hazir kiribû, nîqaş kir.

Katî Pîrî binpêkirina mafê mirovan, gavên ne hiqûqî û dij demokratîk û 100 hezar girtî yên li Tirkiyê nîqaş kir.

Pîrî diyar kir ku rewşeke pir xirab li Tirkiyê heye û ev yek ji aliyê Yekîtiya Ewropa nayê qebûlkirin û got:

Tirkiye biryar û pêşniyarên organên Konseya Ewropayê ji nedîtî ve tê.

Ji bo wê jî hewcedarî pê nayê ku muzakereyên endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê were domandin.

Komîserê Komîsyona YE’yê Johannes Hahn jî nêrîna xwe wiha anî ziman:

Li ser rewşa Tirkiyê fikarên me yên kûr hene.

Hukumeta  Tirkiye dewleta hiqûqê, mafê mirovan û demokrasî binpê kiriye.

Divê dawî li muzakereyên bi Tirkiyê re were.”:

Divê em berevaniya kurdan bikin ji bo wan herêm ji terorê xelas kiriye.