Ji Parlamentoya Kurdistanê rapora ser: PKK behaneyan çêdike, Tirkiyê hêremek dagir kiriye!

11 July 2021 10:56 0 dîtin
Ji Parlamentoya Kurdistanê rapora ser: PKK behaneyan çêdike, Tirkiyê hêremek dagir kiriye!

PeyamaKurd - Komîsyona Parlamentoya Kurdistanê piştî lêkolîna li ser şerê PKK û artêşa Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê ragihand, PKK bahaneyan çêdike da ku Tirkiye êrîşî ser Herêma Kurdistanê bike û daxwaz kir, PKK rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigire û Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî rawestîne.

Komîsyona hevbeş a Parlamentoya Kurdistanê, lêkolîna xwe ya li herêmên sînorî ku 8-9ê Hezîranê li wan herêman şer di navbera artêşa Tirkiyê û PKK de bidawî kir û encamên wê weke raporekê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya kir.

Komîteya hevbeş a ku li Duhok û navçeyên wê, bi xelkê deverê, pêşmerge û rayedarên herêmî re civiya, di rapora xwe de hejmarek tespît kirin:

- Ji ber ku Tirkiye mafên bingehîn ên Kurdan nas nake û PKK jî berê xwe dide şerê çekdarî.

- Hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê ji bo êrîş û dagirkirinê hincetê dide artêşa Tirkiyê.

- Hikûmeta Bexdayê êrîşên Tirkiyê piştguh dike.

- Artêşa Tirkiyê yasa û peymanên navneteweyî binpê dike û dewletên herêmê û cîhanê li hember vê rewşê bêdeng dimînin.

Di raporê de behsa êrişa 5ê Hezîrana îsal a  li Çiyayê Metîna li dijî Hêzên Pêşmerge jî hate kirin ku 5 Pêşmerge şehîd bûn û hin Pêşmerge jî birîndar bûn.

Di raporê de hatiye gotin, di encama hevdîtina bi pêşmergeyên birîndar re, hat zanîn ku êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin.

Herwiha hatiye diyarkirin, di encama operasyon, bombebaran û pevçûnan de bi sedan welatî şehîd û birîndar bûne û zirar dîtine.

Di raporê de hatiyee destnîşankirin ku Tirkiye li Herêma Kurdistanê herêmek "dagir" kiriye û li wir 70 baregehên leşkerî ava kirine.

Hat diyarkirin,  ji ber êrîşan bi hezaran welatî bêkar mane, rez û baxçe hatin şewitandin, xanî hatin hilweşandin, û welatiyên ku xwedîkirina ajelan û meşan dikin zirar dîtin.

Di raporê de, hatiye gotin ku daristanên Herêma Kurdistanê jî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tê talankirin û dar hatine birîn û birine Tirkiyê.

Komîtiyê herwiha daxwaz ji hikûmetên Kurdistan û Iraqê kir, bi rêyên dîplomatîk  şerê  Tirkiye û PKKê ji axa Herêma Kurdistanê dûr bixin.