Parlamentoya Ewropayê rapora Tirkiyê pesend kir

20 May 2021 12:29 0 dîtin
Parlamentoya Ewropayê rapora Tirkiyê pesend kir

PeyamaKurd – Rapora sekinandina gotûbêjên endamtiya Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropayê ji aliyê Parlamentoya Ewropayê (YE) ve hat pesendkirin. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê jî karvedan li dijî vê biryara Parlamentoyê nîşan da.

Parlamentoya Ewropayê, raporta li ser sekinandina gotûbêjên endamtiya Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropayê, pesend kir.

Raporta ku ji aliyê Parlamenterê Îspanî yê Parlamentoya YEyê Nacho Sanchez Amor ve hatibû amadekirin, bi hejmarek zêde ya dengan hate pesend kirin. Di dengdana raporê de, 480 dengdêran got “erê”, 64 dengdêran got “na” û 150 dengdêr jî bêbiryar mane.

Di  raporê  de têkildarî mafên bingehîn, demokrasî û mafên mirovan de rexneyên tund li Tirkiyê hatin kirin û tê de hate diyarkirin ku Tirkiye ji nirxên Yekîtiya Ewropayê dûr ketiye û têra xwe girîngiyê nade Pirsa Kurd.

Herwiha di beşa pêşniyaran ya raporê de hate eşkerekirin, rêveberiya Tirkiyê li beramber her cureyên çalakiyên aşitiyane yên Kurd û Elewiyan, bi awayekî sîstematîk guvaşê dike.

Her di wê raporê de hate diyarkirin, pêwîst e doza Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahir Elçi ku 3 polîs ji ber tên darizandin, bi awayekî bê alî bê dîtin û tawanbar bên cezakirin.       

Herî dawî di raporê amaje bi erişên tevgera nijadperest ya Tirkan ku weke “Gurên Boz” tên navkirin yên li dijî Kurd, Elewî û Yunaniyan hat kirin û hate xwestin ku ev tevger li lîsteya rêxistinên terorî bê zêdekirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî karvedan li dijî vê biryarê nîşan da û eşkere kir: “Di serdemeke ku hewlên başkirina pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropa dihatin dayîn de, qebûlkirina biryara pêşniyarê ya  Parlamentoya Ewropa ya ji rastiyan dûr, ne pêkan e.”