Di qezayên trafîkê de 26 kes mirin!
PeyamaKurd- Li Tirkiyê di du rojên cejnê de di qezayên trafîkê de 26 kes mirin û 168 kes jî birîndar bûn.
Di vê cejnê de jî bêbaldarbûn û leza zêde di trafîkê de bû sebeba mirina bi dehan kesan. Li Tirkiyê ji bo betlaneya eyda Remezanê bi hezaran kesan berên xwe dane cem merivên xwe û cihên betlaneyan. Lê wekî her carê di roja arîfe û roja eydê ya pêşî de li gelek bajarên Tirkiyê qezayên trafîkê çêbûn. Di van qezayan de herî kêm 26 kes mirin û 168 kes jî birîndar bûn.
Tevî ku gelek tedbîr jî hatibûn standin, lê dîsa gelek qeza pêk hatin. Bi piranî, pirbûna trempêlan, bêbaldarbûnî, bêxewî û leza zêde bû sebebên qezayan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin