Li Rojhilatê Kurdistanê 5 kes di bûyereke trafîkê de mirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li serê rêya Urmiye-Mehabadê ji ber bûyereke trafîkê 5 kes mirin û 3 jî birîndar bûn.
Hate zanîn ku li ser rêya Urmiye û Mehabadê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn ku li gorî ragihandina Serokê Nexweşxaneya Urmiye Ferzîn Rezazade, 5 rêwiyên otomobîlê mirine û 3 kesên din ên di otomobîlê jî de birîndar bûne.
Hate diyarkirin ku rewşa du birîndaran xedar e.
Berpirsê Polîsê Rê û Pirên Urmiyeyê Reza Penahî daye zanîn ku ji ber xeletiya ajokarê barhilgirê qeza çêbûye.
Hêjayî gotinê ye, li Rojhilatê Kurdistanê ji ber sedemên rêyên xirabe û otomobîlên kevn her sal bi hezaran kes di bûyerên trafîkê de dimrin û birîndar dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin