Li Rojhilatê Kurdistanê qezaya trafîkê: 15 kes mirin!

11 July 2018 10:54 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê qezaya trafîkê: 15 kes mirin!

PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sinê tankêreke neftê li otobûseke rêwiyan ya sekinî qelibî. Di encamê de 15 kes mirin.

Qeza nîvê şevê çêbûye û ajovanê otobûsê Çiyako Kerîmî yê ku birîndar bûye, di derbarê qezayê de axivî. Kerîmî got ku otobûs di parkê de sekinîbû. Piştî qezayê ji 17 rêwiyan 15 jê mirin.

Li gorî kesên ku bûyer dîtine qeza wiha çêbûye. Otobûsa rêwiyan, li cem Termînala Sinê li hêviya rêwiyan sekinîbû. Tankêra neftê ji paş ve hat û li otobûsê qelibî. Di peyra teqîneke mezin çêbû û ajovanê tankêrê jî tê de mir.