Li Rojhilatê Kurdistanê tankêra sotemeniyê wergeriya: 2 kes mirin, 6 jî birîndar bûn

09 January 2022 10:21 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê tankêra sotemeniyê wergeriya: 2 kes  mirin, 6 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê şeva borî tankereke sotemeniyê wergeriya û sotemeniya rijiya erdê bû sedema şewateke mezin. Hat ragihandin ku di encama şewatê de 2 kesan can da û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan ajokarê tankerê û keseke din ku jineke 55 salî ye, di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan û 6 birîndar jî ji bo tedawiyê bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Hat diyarkirin ku beriya gihîştina tîmên rizgarkirinê, nişteciyên deverê gihîştine cihê bûyerê û hejmarek kes hatine rizgar kirin.

Li gorî ragihandina şahidan, di bûyera şewatê de ku ji ber rijîna sotemeniyê bûye, 25 xaniyên li nêzîkî bûyerê şewitîne û agir bi 15 otomoblan jî ketiye.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê – Sine ragihandiye. agir bi temamî hatiye kontrolkirin.