Li Duhokê agir parzûngeha sotemeniyê ket: Xebatkarekî ji Rojhilatê Kurdistanê can da
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 17ê Kanûnê li parzûngeha sotemeniyê ya li ser rêya Duhok – Zaxo şewat derket û di encama şewatê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesekê laşê wî şewitî jî bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Li gorî nûçeya K24ê heta niha sedema şewatê diyar nebûye û nehatiye zanîn bê ji ber çi agir bi parzûngehê ketiye.
Di encama şewatê de welatiyê bi navê Rizgar Husên ku xelkê rojhilatê Kurdistanê ye û li parzûngehê dixebitî can daye û kesekî birîndar jî bo nexweşxaneyeke Duhokê hatiye veguhestin.
Xwediyê parzûngehê Nîhad Feqo derbarû bûyerê de gotiye, “Heta niha jî sedema derketina şewatê ne diyar e. Ji bilî ku kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû, gelek ziyanên madî jî hene, heta niha jî agir nehatiye temirandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin