Li Hewlêrê agir bi parzûngeha neftê ket: 3 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, agir bi parzûngeheke mezin a neftê ket. Hate ragihandin ku parzûngeh bi temamî şewitiye.
Jêderên PeyamaKurd ên li paytext Hewlêrê ragihandin ku agir bi parzûngeha neftê ya li ser rêya Hewlêr û Gowerê ketiye û di encamê de 3 kes birîndar bûne.
Jêderan ragihandin ku di encama agirgirtinê de parzûngeh bi temamî şewitiye û ziyaneke mezin a aborî pêk hatiye.
Berdevkê Berevaniya Şarevaniyê ya Hewlêrê Muqedem Karwan Mîrawdelî ragihand ku îro danê sibê, agir bi parzûngeha neftê ketiye û di enecamê de 3 kes birîndar bûne.
Mîrawdelî got: "Tîmên agirkuj ên Hewlêrê ji bo tefandina agir xebatên xwe didomînin lê belê ji ber mezinbûn û belavbûna agirê gurr, heta niha bi temamî nehatîye tefandin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin