Li Agiriyê di 2 qezayan de 15 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê li navçên Xamûr û Eleşgirtê di du qezayên çûnûhatê de 15 kes birîndar bûn.
Di qeza Xamûrê de erebeyekî ji ser rê daket jêr û di qeza Eleşgirtê de du otomobîl li hev ketin. Birîndaran birin nexweşxanan û birînên wan xedar nînin.
Di qeza navça Eleşgirtê de, seet di 18.00an de du otomobil li hev ketin û di qezayê de 8 kes birîndar bûn. Tîmên tendursitiyê birîndaran birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Agiriyê.
Di qeza dinê de ya Xamûrê de 7 kes birîndar bûn û birîndaran birin nexweşxanê ya Agiriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin