Li Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê di qezaya trafîkê de 13 kesan can da

02 September 2021 14:50 0 dîtin
Li Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê di qezaya trafîkê de 13 kesan can da

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 2yê îlonê li gundê Palneganê yê Rojhilatê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de, 14 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkrin ku li gundê Palneganê yê girêdayî Merîwanê otobusek ji rê derket û wergeriya. Hat zanîn ku di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest da û hejmarek rêwiyên din jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan rêwiyên otobûsê dema diçûn serdana mezargeha “Weysî Qerenî” ya li Kirmanşanê li nêzîkî gundê Palneganê otobûsa wan qeza kiriye û wergeriya ye.