Rojhilatê Kurdistanê | Gaza xwezayî teqiya: 6 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn

13 January 2023 13:40 0 dîtin
Rojhilatê Kurdistanê | Gaza xwezayî teqiya: 6 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd Di encama teqîna gaza xwezayî ya li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê de, 6 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê da zanîn, Serokê Îtfaiye û Xizmetên Ewlekariyê yên Şaredariya Bokanê Resûl Marûfî derbarê teqîna ku tê texmînkirin ji ber ketina xeta xaza siruştî derketiye de daxuyaniyek da.

Marûfî eşkere kir, tîmên agirkujiyê cenazeyên 6 kesên ku ji heman malbatê 2 jê zarok bûn rakirin û 4 kesên birîndar ku yek ji wan îtfaiye bû li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Rayedarê navborî da zanîn, ji bilî xebatên rakirina mayînan, xebatên lêgerîn û xelaskirinê jî dewam dikin.

Marûfî destnîşan kir, li gorî tespîtên ewil bûyer teqîna xaza sirûştî ye, Marûfî got, heta niha sedema teqînê bi zelalî nayê zanîn û pisporên şîrketa gazê lêkolînên xwe didomînin.

Qaymeqamê Bokanê Babahan Îskenderî jî got, tevahiya avahiya ku teqîn lê pêk hatiye û ji sedî 70ê her du avahiyên li kêleka hev wêran bûne.

Li gorî şahidan, Îskenderî diyar kir, di bin xirbeyan de kesên din jî hene û eşkere kir, ew ji zêdebûna hejmara mirî û birîndaran bi fikar in.