Li Rojhilatê Kurdistanê di bûyera çûnûhatê de 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn

12 March 2024 00:14 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê di bûyera çûnûhatê de 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li ser rêya Xoy-Çayparayê di rûdana çûnûhatê de du alav li hev ketin û di encamê de 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.

Rêvebirê Heyva Sor ya bajarê Ormiyê Hamid Mahbûbî bûyerê piştrast kir û got ku birîndaran birine nexweşxanên nêz û talûka jiyana wan dewam dike. Mahbûbû her weha ragihand ku cesedên 3 kesan şandine Tib a Edlî ji bo otopsiyê.