Di serê Kirgizîstan û Tacikîstanê de bi dehan lesker hatin kustin
PeyamaKurd- Şerê navbera Kirgizîstan û Tacikîstanê gurtir bû û hat ragihandin ku digel agirbestê, bi dehan leşker û welatî hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ji aliyê Kirgizîstanê hatin parvekirin, li sînorî pevçûn dewam dikin. Hat diyarkirin ku tevî agirbest hatibû ragihandin jî di encama pevçûnan de 59 welatiyên Kirgiz, 35 leşker, bi giştî 94 kes hatine kuştin.
Tevî ku roja înê di navbera aliyan de agirbest hatibû ragihandin jî hat zanîn ku dem bi dem pevçûn gur dibe û Kirgizîstanê hin gundên sînorî yên Tacikîstanê bi topan dane ber êrîşê.
Li aliyê din, Kirgizîstanê ragihand ku hemû gundên ku Tacikîstanê dagir kiribûn, paşve hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin