Kirgizîstan: Bi dehan leskerên me hatine kustin!

18 September 2022 19:00 0 dîtin
Kirgizîstan: Bi dehan leskerên me hatine kustin!

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Kirgizîstanê ve hat ragihandin ku di encama şerê navbera Kirgizîstan û Tacikîstanê de bi dehan leşker hatine kuştin.

Di 16ê Îlonê de ango 2 roj berê, di navbera hêzên sînorî yên Kirgiz û Tacikî de pevçûnek çêbûbû û di encama vê pevçûna sedem ne diyar de hat ragihandin ku ji aliyê Kirgizîstanê gelek leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên wezaretê ve hatin dayîn de hat ragihandin ku îro bi saeta herêmî, saet di 10:00an de meytên 12 leşkerên din jî ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û bi vê re jî hejmara leşkerên Kirgizîstanê yên hatine kuştin, gihîştiye 36an.

Tacikîstanê, di derbarê hejmara leşkerên xwe yên kuştî de heta niha bi awayekî fermî daxuyaniyek nedaye lê belê li gorî agahiyên çapemeniya herêmî ya Tacikîstanê, hejmara leşkerên wan ên kuştî, gihîştiye 39an.

Pevçûna navbera aliyan, roja 16ê Îlonê di saetên êvarê de derketibû û 10 saet dewam kiribûn. Piştî 10 saetan, di navbera aliyan de agirbest hatibû ragihandin lê belê piştî agirbestê, li aliyê Kirgizîstanê meytên 24 kesan ku di nav wan de leşker jî hebûne, ji bo nexweşxaneyên herêma Batkenê hatine veguhestin.