Îsraîlê bîlançoyê ragihand: 186 leskerên me hatine kustin
Peyama Kurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku di 24 demjimêrên dawî yên şerê li Xezzeyê de leşkerekî din ê Îsraîlê hatiye kuştin.
Li gor nûçeya Rojnameya Times of Israel artêşa îsrailê di daxuyaniya xwe ya fermî de daye zanîn ku bi vî awayî hejmara leşkerên Îsraîlê yên ku ji destpêka êrîşa bejahî ya li Xezzeyê ve hatine kuştin gihiştiye 186an.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku pevçûnên di navbera artêşa Îsraîlê û Hemasê li navenda Xêza Gazzeyê rû daye.
Di nûçeyê de hate diyarkirin ku artêşê ragihandiye ku ku di pevçûnên duh de leşkerekî din yê Îsraîlê jî birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin