Di serê navbera ELN û FARCê de 16 kes mirin
PeyamaKurd – Li Kolombiyayê di şerê navbera rêxistinên Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) û Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombiyayê (FARC) de şer derket û di encamê de 16 kes mirin. Xelkê ciyê ku şer lê hene, direvin ciyên bi ewle.
Li gor çapemeniya Kolombiyayê; li devera rêvebiriya Arauca de, bi taybetî li gundan şer derketiye. 16 kesên hatine kuştin ji her dû grûbane. Hat gotin ku muxalifên FARCê ji Xaça Sor ya navdewletî (ICRC) alîkariyê xwestine û 5 birîndarên wan yên rewşa wan bi xeter hene.
ICRC, di mijarê de ragihand ku bê ferq û meyle bixin navbera wan, hewl didin ku ji herkesî re alîkariyê bikin û weha dewam kir:
“Birîndar jî di nav de divê herkes bê parastin. Di çarçova hûqûqa navdewletî de, divê ji deverên şer mirov bên tehliyekirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin