SOHR: Di serê di navbera HSD û Tûgaya Sultan Murad de 7 kes mirin

08 August 2023 12:30 0 dîtin
SOHR: Di serê di navbera HSD û Tûgaya Sultan Murad de 7 kes mirin

PeyamaKurd – Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û komên Sûrî yên piştgiriya Tirkiyê de li gundewarên Til Temirê, li bakurê rojavayê Hesekê, 7 kes hatine kuştin.

Di daxuyaniya SOHRê ya do de hate ragihandin, di şer de şervanekî HSDê jiyana xwe ji dest daye û 6 endamên Tûgaya Sultan Murad jî jiyana xwe ji dest dane.

Ji HSDê derbarê mijarê de tu daxuyanî nehat dayîn.