Di teqîna mayinekê de kolberekî Kurd ê Rojhilata Kurdistanê bi giranî birîndar bû

12 December 2020 15:30 0 dîtin
Di teqîna mayinekê de kolberekî Kurd ê Rojhilata Kurdistanê bi giranî birîndar bû

PeyamaKurd – Di dema kolberiyê de, kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Merîwan ya Rojhilatê Kurdistanê, pê li mayinekê kir û piyekî wî qut bû.

Li gor Malpera Mafên Mirova ya Hengawê diyar kiriye, derengiya şeva borî ji ber teqîna mayinekê, li bilindahiyên Jalane li devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd yê xelkê Merîwanê, bi navê Ebas Îbrahîmî (28 salî) bi giranî birîndar bû.

Kolberê du zarokên wî hene, niha li nexweşxaneya Merîwanê tê dermankirin.

Li gorî amarên Hengawê, ji destpêka payîza îsal ve heta niha herî kêm 6 kolberên Kurd ji ber teqîna mayinan birîndar bûne.