Li Rojhilata Kurdistanê di encama teqîna mayinekê de 3 kesan can dan
PeyamKurd - Di teqîna mayineke li bajarê Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê de 3 kesan can dan.
Şeva borî li devera Helt ya bajarokê Mêhran li bajarê Îlam, mayineke şerê Îran û Iraqê teqiya.
Li gorî agahiyan, di wê teqînê de 3 sivîlan can dan û yek jî birîndar bû.
Ew kesên ku can dane ev in: Selîm Taras, Çirax Ebdî û Hadî Umîdî. Navê kesê birîndar jî Mehdî Umîdî bûye û hemû jî xelkê nahiya Melekşahî ya Îlamê ne.
Medyaya Îranê dibêje, ew teqîn li nav xaka Iraqê de çêbûye lê çavkaniyên herêmî vê yekê red dikin û dibêjin, teqîn li nav xaka Îranê de bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin